Mem Dogala di sala 1968an de li bajarê Şirnex, li navçeya Hezexê li gundê Şêxhadir hatiye dinê. Ji malbata mala Şêx Azo ye. Li Hezexê dibistana bingehîn, dibistana navîn û amadeyî xwendiye. Ji sala 1993yan va li Swêd dijî. Li Swêd bi salan karê wergervanî ya bi devkî û nivîskî kirîye. Mem û çend nivîskar û Mamosteyên Zimanê Kurdî di sala 2013an de li paytexta Swêd Stokholmê, Komeleya Mamosteyên Kurd damezrandin. Heta niha di rêveberîya komeleyê da cih digre û ji sala 2010an va bi fermi Mamosteya Zimanê Kurdî dike. Mem Dogala di Ria Taza de nivîskarî kirîye û di gelek komxebatên derbarê Zimanê Kurdî da cih girtiye û herdem çalakvanê Zimanê Kurdî bûye.