Belê di wan salên dawîn de navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî di bin azmanekî misînî de me dest bi Koça Mezin kiribû. Di gundên weranbûyî de bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mhej ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir.
Koça Mezin dabû ser rêya nebedîbûnê. Em bi milyonan bûn me dikarîbû çiyayên bilind bihejandana me dikarîbû bi mîza xwe lehî rakira lê em bê hiş bûn me xwe li tixûbên nenas li çareserkirinên erzan girtibû.