logo

Dîwarê Me Jî Hilweşandin Şahidên Komkujiya Jî Zîlan 1930

Ürün Kodu: 9786054765904
YAYINEVİ: Doz Basım Yayın
₺250,00

Celîlê Celîl; Nihat can ez te pîroz dikim, tu rêyekî rast da kar dikî. Serkeftin dixwazim”.

İsmail Beşikci; “Kitêbên bi wê rengi bên weşandinė baştir e. Piroz be.”

Mehmet Bayrak; “Piştî van tiştan dibêjim, vê xebata bi navê “Dîwarên Me Jî Hilweşandin, Komkujiya Geliyê Zilan- Berxwe- dana Agirî ya Nihat Gultekinê ku heta niha bi dehan karen girîng, mifadar kiriye, dê tevîneke bi nirx û watedar li vê kuliyatê zêde bike.”

Eskerê Boyik; “… Vê tevkujiyê, di havîna sala 1930 dest pê kir û berdewam bû heta koka xelkê wê deverê anîn. Gor salixiyên fermî wê tevkujiyê da 15 hezar evdê bê súc û gune nava çendeki da hatine qetilkirin. 24 gund kokbir bûn. Gundên Geliyê Zilan wêran kirin, şewitandin, bêruh kirin. Pirtûka Nihat Gültekin dîroka wê tevkujiyê ye. Min xwest analīzeke dirêj, berfireh binivīsim. Dilê min teyax nekir, wijdan temûl nekir derheqa wê weşîtiyê da dirêj binivîsim.”

Rohat Alakom; “Nihat Gultekîn ev çend sal in li ser mijara Komkujiya Zîlanê kar dike. Berê jî pirtûk û belgefilmekî wî derketibû. Érişên ku li vê geliyî qewimîne û gotinên şahidan rihê mirovan dicemidînin!”

Mehmet Gültekin; “Pîroz dikim, ew 15-20 salên dawî de kitêba heri baş. Pîroz dikim.”

Mehmet Sanrı; “Piştî komkujiya Geliyê Zîlan dewlet bi mawê 20 salan deverên komkujiyê qedexe dike; hîç rê nade kes vegere wan deveran an jî biçe li wan deveran bigere. Carekê kesek yê ji Zîlanê derdora hindek cihên komkujiyê dîwar dike, hawzek ya hafizayê çêdike dewlet wan dîwaran jî xera dike…”

Omer Delikaya; “Mamoste zanî dîroka devki bo me kurdan ji belgeyên fermî muhimtir in. Ez ê li benda xebaten te yên li ser Agiriyê jî bim. Belki ne îro lê siberoj wê qîmeta van xebatan bê zanin”. 

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı