Ev berxwedana wan li her derê bi nav û deng belav dibe. Xanê Moxoliyan Hûlagû ji kurê xwe Yeşmut re mektubekî dişîne û dibêje: Min paytexta 'Ebbasî'yan cihê xilafeta Îslamê, bajarê Bexdayê di şeş rojan de stand, lê eve du sal e hêja te ne karîye bajarê Mîr Mihemed Kamil Farqînê bistînî. Em dikarin bibêjin ev berxwedana wan ji dewleta Memlûkan re buye minak ku heta wan zanîn ku Moxol jî maxlûb dibin..
Armanca me ji nivîsîna vî pirtukê ev e ku dîroka veşartî derkeve li ser ruyê erdê û xuya bibe. Dê ku miletê me bizanibe ku di hemû deman de egît û qehreman û mêrxas ji wan hatine û bayê dîrokê guhertine..
WEKE TEQRÎZ: ÇEND GOTIN DI DERBARÊ VÊ BERHEMÊ DE
Hemî pesn, stayiş û wesfên qenc û şayeste ji Xwedawendê aferîdeyan re be, selat û silav li Peyamawerê Yezdanê dolavan û heval û hogirên wî be tevî kuflet û zuryeta wî. Ez sipasiya xwe pêşkêşî cenabê Seydayê Mela Remezan dikim ku derfet daye min ez van çend gotinên bê qîmet reşbelek bikim tevî ku bi rastî ez ne layiq im.
Di navbera edebiyat û dîrokê de têkiliyeke xurt heye ji mêj ve. Geh edebiyat di berhemên dîrokî de rû dane û geh dîrok di berhemên edebî de derketine pêşberî me. Yek ji giramiya vê berhemê ev e ku dîroka gel di berhemeke edebî de digihêje ber destê peywendîdar û xemkurên edebiyat û dîrokê.
Her nezm û şi’r ji bo mebestekê dihê honandin, erkeke xwe heye. Li vir dive em Seydayê Tîrêj û çend risteyên wî bi bîr bînin ji bo em bikaribin mebesta xwe bi zelalî diyar bikin.
Ma rûmeta şi`rê çiye?
Ned xidmeta millet de bî
Ronahiya şi`rê çiye?
Pesnê welat ku tê ne bî
Çibkim ji wê şi`ra rijî?
Danagre sewda û mejî
Derdê dil û can nakujî
Çaxê ko cewher tê nebî
Edebiyat û bi taybetî helbest di ragihandina dîrokê de ji bo avakirina hafizeya civakî û bi avakirina hafizeyeke civakî ragihandina hizrên neteweperwerî roleke mezin daye ser milên xwe. Seydayê Tîrêj xwestiye ku vê yekê bibêje.
Ji bo avakirina hafize û bîrewariya civakê dîrok gelek giring e. Her gel û neteweyek li ser koka xwe didome, ku ev kok ziman û dîrok e. Ji ber vê, em bibêjin parastina ziman û dîrokê parastina hafizaya civakî ye ne iddiayek mezin e. Xaleke din ya giramiya vê berhemê ev e ku ji bo bîr, hafizeya civakî ziman û dîrok parastiye.
Nazimê berhemê Seydayê Mela Remezan, kesayetekî tebî’et mewzûn e. Bi gotineke din Xwedawend qabilîyeta honandina şi’r û nezmê bexşî wî kiriye. Nivîskar û nazimekî welûd e, berhemdar e ku hetanî neha di qadên ciyawaz de berhem nûsî ye. Ji bilî taybetiyên berhemên wî yên dîtir yekem kese di edebiyata Kurdî de Telqînnameya Miriyan bi nezm honandiye. Ev berhema dîrokî jî dîsa bi nezm honandiye û pêşkêşî xwendevan û gelê xwe dike.
Ya rastî ev e ku nazimê berhemê bi serkeftî ji metnên pexşan berhemeke mewzûn, bi nezm aniye hole. Ev yek xaleke dîtir ya giramiya vê berhemê ye. Tevî hemû ev teybetiyên ku me li jor behs ji wan kir bi zimanekî herikbar, bi nezmeke selîs ev bûyera dîrokî û cegersûz hatiye honandin ku xwendevan di xwendina berhemê de û di têgihiştina bûyera dîrokî de tu zehmetiyan ewê nekêşin.
Ji bo vê bûyera jandar derxistiye hole û bi terzeke edebî pêşkêşî me kiriye û her weha ji bo ked û xemên Seydayê Mela Remezan em minnettar in. Xwedayê dilovan hêz û zanîna wî zêdetir bike ji bo nivîsandin û honandina berhemên bexşan û mewzûn.
Dr. Nurettin ERTEKİN