ji cenga mirinê direvim
li pey xwe sihikên mirovan
xaniyên kavil
rêyên pîr, lêxistina deriyan
di sibehên cejnê de
û strana: hoy… hoy delala dilê min dêrik buhişt e…
li pey xwe dihêlim
di bosteke av de dixeniqim
ji dengê xwe têm şuştin
bêriya xwe dikim
noq dibin……
di ava deryaya spî de
li binîîîîîî…
li binî disekinim
koçberan kêl bi kêl dijmêrim.