"Tu hêrs bûyî te destê xwe yê rastê kir gurmist û heta ji te hat te li nîvê neynikê da. Neynik perçe bû û perçak ji rûyê te jî bi neynikê re hat xwarê. Te tavilê destê xwe da rûyê xwe; rûyê te li cihê xwe bû lê te di destê xwe de êşeke sivik his kir. Te xwe ji ber neynikê neda alî. Te di neynika perçebûyî de li derzên rûyê xwe temaşe kir."
Derzên rûyê lehengê romanê Daniel nîşana birîna kûr ya dilê wî ye. Bûyerên rojên bihurî dev jê bernadin dike nake nikare şexsiyeta xwe ya perçebûyî bi ser hev de binîne. Li xwe digere lê xwe nabîne... Firat Cewerî bi estetîkeke edebî û kûraniyeke psîkolojîk dadikeve ruhiyeta lehengên xwe me dibe cîhana wan ya xalî û dike şirîkên êş û azarên wan.