MEHSERA EVÎNÊ De were dade agirê mehsera evînê şad bîke dilê wêran ê qozaxên sîng sedef keçên por xelek xatûnên enî deqkirî De were bake tariya şevên kanûnê stranên dengbêjên dengxweş awazê bilûrên kevnare pîremêrên bawî û dûmana qalûnê li odeyên bê dawî