Melayê Cizîrî, xwe di şi’rê de “pîr û hosta” dibîne. Ew di warê ‘eşqê de jî xwe “arifê weqt” bi nav dike. Ew di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyatên serdest kêmtir nabîne. Herwisa di warê manewiyatê de jî xwe li gor sofiyên pêşîn li meqamên bilindtir dibîne. Lewra ew “pîrê ‘eşqê” ye. Melayê Cizîrî, di hizra şarih, şair û mutesewwifên Kurd de jî, li ciheke muhîm e. Loma di hafizeya Kurdan de ew di nav rêza sofî û şairên meşhûr de mehfûz e. Yanî di tarîxa edebiyata Kurdî de tesîra wî bi aşkerayî dihête dîtin. Jixwe di edebiyata Kurdî ya Klasîk de ji aliyê gelek şairan ve nezîre û texmîs li ser şi’rên Melayê Cizîrî hatine nivîsîn. Herwisa gelek pisporan jî xwestiye ku Dîwana Melayê Cizîrî şerh bikin û şi’rên wî bidine fêmkirin. Dîwana Melayê Cizîrî, hem ji aliyê vegotina estetîk hem jî ji aliyê hêza edebî û reqabeta kanonîk, berhemeke giranbiha ye. Loma fêmkirina vê berhemê û tesîra şairên wê, ji bo fêmkirina kanona edebiyata klasîk jî girîng e. Ji aliyê din ve fêmkirina metneke klasîk ya wekî Dîwana Melayê Cizîrî, pisporiyê dixwaze. Çunkî Dîwan metneke kûr e û ew bi hunerên edebî hatiye xemilandin. Loma jî şerhên wê dê rêya lêkolîner û xwendekarên serdema me ronî bikin. Lê şerhên li ser Dîwanê hatine nivîsîn çiqas giranbiha bin jî ji nêrîn/têgeheştina îro ya modern gelek dûr in. Di vê çarçoveyê de niyeta vê xebatê ew e ku bi rêbazeke zanistî Melayê Cizîrî, tesîra wî û şerhên li ser Dîwana wî hatine nivîsîn bidete nasîn. Bi vî awayî dê bête dîtin ka li ser fêmkirina Dîwanê, heta îro lîteratureke çawa hatiye. Di vê xebatê de, li dor nerîta şi’ra klasîk, çend xezelên bijartî hatine şerhkirin. Bi vê yekê dê xwendevan bibîne ka modeleke çawa li ser şerhê hatiye pêşniyarkirin. Herwisa bi vê berhemê, awayê xwendin û fêmkirina şi’ra klasîk jî dê çêtir bête dîtin.