logo

Qêrîna Zimanê Qedexe

Ürün Kodu: 9786054765003
YAYINEVİ: Doz Basım Yayın
₺216,00

QÊRÎNA ZIMANÊ QEDEXE   Bawerî ji bê hêviyê xeniqî û derî jî hatibû girtin li ber rastî, dil û mejî, mirovatî û azadiyê. Ne heyv û ne jî roj bi ken diçurisîn êdî. Mirov li pey cutina pariyê goştê hev veketibûn. Çêlîkên gerdûnê bibûn neyarên wê. û êdî, Xeyal xewirî, Xweza xeyidî bû, Ji her tiştên jê çêbibû û afirîbû. Lê dîsa em pêdiviyê maf in yê xwezaî, Wek nan û avê. Wek ax û hewayê. Lê mixabe dîsa li vê gerduna rengînî, Her peyvên Hovana kuştin û kuştin bû, Li himber mirovê aşitîxwaz rind û hêja. Bi dawî nabe çima bêrûmetî. Zaxel ketine mafparêz di qesrê bê mirov. Dad hatiye dagirkirin ji aliyê xêrnexwaza û zindan tijebûn bi girtiyên bê guneh. Lal digere ziman hîn jî bê zar e. Bêdeng diqîre ev hest bêçare. Tunebûm bi gotinên xweza kuja. Ne bûm di ber nerînê reş û kor. Ji aliyê xwedî yê xwe jî lal bûm. Êdî bi navê Star û nemira diqîrim, Di ser her koçên welat û cîhanê. Bibûm navê dardakirin, tunekirin û kuştinê. Li ser navê Rêberên Kurda. Þêx Said, Seîd Riza, Qazî Mihemed, Qasimlo. Lê îro bi navê Mazlûm, Agît û Zîlan ez diqîrim. Bi dengê çalakî ya wan a pîroz ez dilîlîn im. Bi zîrekî û ruhê cangorî, Qedexeyê bê pîvan diqelêşim û ji holê radikim, û ji pêtê agirê ya xaka te neyara dişewitînim. Bi lehiyê çemê te wan dixeniqîn im. Xêrc dikim guhên ker û çavên girtî. Êdî diqîrînim bi dengê Gotî. Dadidim bi agirê Hurî û Med î. Ku mafê me bi hovane hatibe cûtin Ku ziman hezar caran bi qehpetî qedexe bûbe jî, Ez ê biqêrînim bi bilindahiya Zîlan, Agirî, Bagok û Cûdî. Êdî ji agirê hêz a gelê serbilind wan dişewitînim, û wan di nav gunehê wan de dixeniqînim. Xwe di nava mêjiyê xwînmijan de diteqînim. Li ser navê her ziman û mafê qedexe, Diqîrim, Diqîrim Diqîrim û her diqîrim...

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı