logo

Segwer (Reyin)

Ürün Kodu: 9786059082266
Yazar: Mihemed Mukri
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺24,00
(Mam) Celal Talebanî ji çapa 1998an re pêşgotinek nivîsandiye û wiha dibêje: "Min çîroknivîsê kurd ê mezin mamoste Mihemed Mukrî bi saya romana Segwer (Reyîn) baştir nas kir. Pir li xweşa min çû ku romana wî Segwer hate çapkirin û belavkirin. Lê hîn zû dengê acizî û nerazîbûnê di nav hinek kadro û pêşmergeyên YNKê da. Ev mafê her mirovekî ye heke na kîjan dîktator ji medh pesindan û şabaşan hez nake? Ku bi rastî ev cûrê reftarê yê çawîşên siyasî ye ne yê nûser ronakbîr edîb û mirovên durist e. Ez qenciyeke dî jî di çapkirina Rewîn de dibînim çimkî heyameke şoreşa me ya nû û pîroz bi bîr tîne û me teşwîq dike ji bo bikaranîna mafê pîroz ê azadiya bîr û nerînê û serbestiya raman û boçûnan."

Şair Mueyed Teyib ku Mukrî ev roman îthafî wî kiriye di pêşgotina ku bo çapa kurmancî nivîsandiye de dibêje: Mihemed Mukrî yek ji pêşengên çîrok û romana kurdî ye. Zimanekî rehwan hebû. Xwedî rewşenbîriyeka fireh bû. Pir dixwend û pir dinivîsî. Xwedî helwest û mirovekî biwêr bû û li ser helwestên xwe pir diêşa lê heta roja dawiyê jî ji jiyana xwe her ma ew mirovê azad di gotin û nivîsîn û kiryarên xwe da."

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı