Çîrokê û serhatiyên Îhsan Bîrgul ji aliye mijar û teşeye ve dişobin çîrokên Anton Çehev, kesên ji rêzê, bi ewayekî absurd û kenokî pirsgirêkên civakê û têkiliyên navbera kesan nîşanê me didin. Nivîskar bi berçavka xwe ya xweşdîtî raçavkirina buyerên derdora xwe kiriye, ew geh dibe şahid, geh dibe kesê di çîrokê da û geh jî dibe guhbelekî dengan… Herikbûna ziman, mijarên absurd û kenok û qerekterên ku çîrokên di vê pirtûkê da vedikin û digirin wê bala we bikişîne. “Dinya ye; devek ken, devek girî. Ji hinekan re gul ji hinekan re jî kul dikeve.” Berfo Barî *** Mêrik û jinik li hev germbûyî û di destê wan de piyaleyên bi şeraba sor dagirtî. Tam mêrik devê xwe bi gotinên xweş tijî kir ku teklîfa zewacê bide jinikê, çar dilop mîz ji jor de ketine nav piyaleya wî. Çar jî ketine nav piyaleya jinikê ya bi piyaleya mêrik ve zeliqandî. Ew merikê xwe bi gotinên kubar û romantîk dagirtibû, bû wekî harekî, bi kefa ji ber hêrsa bi ser devê wî ketî ve: - Wey min di dê û mak, ter û hişkê wî niyo yê li jorê mîst!