Berhema nû ya Kawa Nemir "Soneyên Sewdaser" derket.
"Jejerûna dest li ser xezaînê di Qarûn! Xwedana mecmû'ê wezn û qîrata şi'êrê!
Ya bi şev û rojan civandime ez wekî nûn! 'Esrê dilşad dike bi kelamên xêr û bêrê
Bezma şadimane ye ev elem û ev qelem 'Elem e 'alî li banê gerdûna Kelamê
Qelem e bi nalî wer dikişe bi lemelem Şehsiwara Xawerê! Zar kiriye 'elamê...
Ev 'alema xwanende û bezlego û çengî Tevî Te rûçikê xwe yê hesret reş bikin jî
Biçerçirin min beş bikin her bikine dengî Min xezaîn tomar kir bila nizanibin jî...
Li şûna tîtikên cîhana ku hat û bat e
Çi ku min bedewiya berbad peyda kir bo Te."