Xwendevanên hêja Demek dûr û dirêj e zimanê kurdan bi boneya gelek sedeman di janê de li gor pêdiviya xwe bikar
nehate. Se-dema herî mezin dagirbûyîna welêt e. Hinek deman mê-tîngeran kurdî qedexe kirin e. Gelek caran jî di nav ci-vakê de bikêrhatina wî tune kirin e. Zimanê xwe derxis-tine pêş. Ji alekî ve zimanê wan bûbû zima ne ol û bawe-riyê ji alê din ve jî bûbû zimanê dadê. Dawî jî bûbû zimanê perwerdehiyê.
Piraniya kurdan hatibûne rewşek ku ji ber ziman û qewmeta xwe şerm bikin. Dema ku em van pirsgirêkan hemûyan bînin nik hev em ê bibînin ku di derheqê zi-man de kêmagahîmayîna me pir asa ye.Wek ku tê diza-nîn bêzimantî bênasnamemayîn e.
Ji bo ku ez dixwazim xwedî nasname bim û li nas-nameya xwe xwedî derkevim min di derbarê ziman zimanê zikmakî de xwe gihand hinek agahiyan. Dixwa-zim van agahiyan bi we xwendevanên hêja re par ve bikim.
Wek ku hûn dizanin tekoşîna azadiyê rê li ber pêş-vebirin û parastina kurdî vekirî ye. Gelek tiştên azadî-perwer di fêrbûyîn û bikaranîna zimanê zikmakî de ye. Ev jî mafekî xwezayî yê ku ji dayîkbûnê ve heye. Mafe-ke ku Yezdên daye.
Min jî di vê dewrê de bi armanca ku xizmeteke baş ji zimanê xwe yê zikmakî yê qedexebûyî re bikim min ev xebata biçûk kir.
Ji du beşan pêk tê; beşa yekem di derheqê ziman de hinek agahiyên ensîklopedîk in. Beşa duyem jî di derhe-qê rêziman û rastnivîsa kurdî de ye. Min nîşaneyên rast-nivîsê jî hinekî şirove kirine.
Wekî din çend helbest û hi-nek kurtenivîsên wek anektodan jî tê de hene. Navê çav-kaniyên ku min mifa ji wan girtin li dawiya xebatê hatine nivîsandin. Heke hinek mifa min çê bûbe ez ê şad û bextewar bibim. Digel silav û rêzan
M. Emin Altox