Bêjanê, bi pêxîra Çavnûtik girt û serê xwe nêzî serê wî kir û wek ku bi ser rûyê wî de verişe, hevokên xwe li dû hevdu rêz kirin: “Ji ber ku tu bavê min î ez ji xwe fedî dikim. Ji ber ku bêşerefekî wek te bavê min e, ez ji xwe nefret dikim. Tu wek fîzîkî bavê min bî jî, ez ê tu carî nebim qîza te. Ez ê her tim qîza dayika xwe Çilkezîyê bim. Ez ê şepala dêya xwe bim. Û heke min ev heyf ji te nestenda, wê her tim xewên şevan li min biherimîyana. Min ê bi rehetî can nedaya. Min ê xwe efû nekira