Zindan mirov dixîne mirov dirizîne tu dibî wek qalikekî pûç. Zindan qada man û nemanê ye. Yan tu yê ji bo qurtek av û parîyek nan fermanên wan bi cî bînî yan jî canê te digrin. Îcar can şîrîn e herkes nikare canê xwe teslîm bike. Ma em hemû ne wisa ne? Ma em hemû nebûne êsîrê canê xwe yê şîrîn? Em çi dikişînin ji destê canê xwe dikişînin. Li vê derê navê mêrxasîyê mirin e mêrxasîyekî din pere nake.