Komkujî û derbederî ranewestî dijî gelê me Kafkasya erdnigarîya me lê nema Kurdê me Gazîya Koçgirî, Pîran û Dêrsim tê guhê me Hovîtîya li Gelîyê Zîlan peritand hinava me Komara Kurdistan qada Çarçira ber çavê me Kesera enfal û çîkinîya zarokên Helepça me Hewara fermana Şengal çelqand mêjîyê me Bi xwînê gevizandine bûka ciwan Efrîna me ÇI BÛ destana dîroka Kurd û Kurdistana me