Di vê pirtûkê da behsa jîyan û karkirina zanyar-rohilatzan, Karmendê emekdar yê Komara Qazaxistanê, xelatgirê ordena «Құрмет» Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev tê kirinê. Doktorê zimanzanîyê, profêsor, akademîsyanê Akademîya Zanyarî ya Navnetewî ya Dibistana Bilind û Akademîya Zanyarîyên Civakî ya Qazaxistanê K. Î. Mîrzoyev weke 50 salên xwe dîyarî pêşketina zanyarîyê û perwerdehîyê kirîye. Ewî mamostatîya zanîngehan kirîye, serokatîya dayîreyên zanyarî-pedagogîyê yên mezin kirîye û kedeke mezin kirîye nava edebîyeta zanyarîyê da. Ew xudanê zêdeyî 500 nivîsên zanyarîyê ye, di nava wan da weke 30 berhem û pirtûkên perwerdehîyê-metodîyê. K. Î. Mîrzoyev karê xwe yê profesyonalîyê bi êginî berdewam dike, serokatî li kafedra fîlologîyayê û wergerê ya Rohilatê ya Zanîngeha pedagogîyê ya Netewî ya Qazaxistanê ya ser navê Abay dike. Ew endamê Şêwra Assambleya gelên Qazaxistanê ye, serokê Yekîtîya kurdên Komara Qazaxistanê ya bi navê