logo

Ta

Ürün Kodu: 9786055279547
Yazar: Mehmet Dicle
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺13,00
Kitêba nû ya çîrokan a Mehmet Dicle "Ta" di nav weşanên Avestayê de derket.
Piştî herdu kitêbên xwe "Asûs" û "Nara" Mehmet Dicle vêga bi kitêba xwe ya sêyemîn a çîrokan bi me re ye: "Ta". Ew dîsa me vedixwîne Asûsê. Dibe "Sala Kulê" dema xelayê: "Qimil hatin mihacir hatin kul hat li me bû xela. Tu nehatî. Îşev dengê guran jî ji diyaran tê. Ew jî ji pêşiya ûris reviyane. Xwezî tu jî bireviyayî. Ji zû ve ye kaxidên reş jî nayên. Dibên berfê rê girtiye loma. Zivistanên Serhedê xedar in. Esker li ser pişta hespan dibin mirovin ji qeşayê. Jinikek mihacir digot tiliyên lingan dirizin wek gûzên pûç diweşin."
Û "Ta" serpêhatiya Cemşîdê kor ku ji êvarê de li ber kuçikê rûniştibû û qala çîroka wê tivingê dikir: "Çar mêran jinên xwe bi vê tivingê kuştine. Jinên ne xwediyê sozên xwe." Hersê jinên kuştî bellî ne lê ya çaran ê kî be?
Mehmet Dicle ji mirovên piçûk û sade karakterên mezin ava dike.

Son görüntülenen ürünler