logo

Xadim

Ürün Kodu: 9789944382526
YAYINEVİ: Avesta Yayınları
₺24,00
Kitêba Selahattin Bulut a nû 'Xadim' ku ji çîrokek dirêj pêk tê di nav weşanên Avesta de derket. Ev kitêba Bulut a duyemîn e û kitêba wî ya yekem a çîrokan 'Bihuşta Lal' di 2006an de li eynî weşanxanê çap bûbû. 'Xadim' li ser hepisxaneya derve ye. Jêhatê ku piştî 10 salan ji hepsê derdikeve li derve rastî hepisxaneyek din tê. Şopên deh salên buhurî ên li ser bedena wî wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. 'Xadim' çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî şeva reş û di nav wê tariyê de windabûn e.
Ji kitêbê Jêhat serê xwe bera ber xwe da."Hela destê xwe berde..." Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand. "Tu ne mêr î!" Jêhat dengê xwe nekir. "Tu tê were tu nayê ez radibim!" Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda. Jêhat pişta xwe da pîrekê kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû wê çi bikira bi kû de biçûya nizanîbû ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû ket kuçakê ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû... Winda bû...

Son görüntülenen ürünler

Whatsapp Destek Hattı