Pirtûka Ramazan Pertev ya bi navê ZAROK Û ÇÎROK – (Destpeka Pedagojiya Kurdî) ji layê weşanxaneya Dozê ve derket. Pirtûk ji du beşan pêk tête. Beşa ewil li ser heyamên geşedaniya zarokan, li ser geşedana ziman, perwerdeya zarokan û li ser hin nerehetiyên heyama zarokatiyê sekiniye. Beşa dudoya jî li ser vegotinên gelêrî û bi taybet li ser çîrokê sekiniye û lêkolaye da ku ev çi bandora xwe hene li ser perwerde û psikolojiya zarokan. Hin numûneyên vegotinên gelêrî ji layê pskologîk û pedagojik ve hatiye analîzkirin. Di dawiya pirtûkê de 2 testên psîkolojîk hatine wergerandin bo zimanê kurdî da ku dê û bav bi rehetî karibin wan li ser xwe pêkbînine. Herwiha Ferhengokek jî bi sê zimana kurdî (kurmancî) tirkî û îngilizî hatiye amadekirin. Nivîskarê pirtûkê Ramazan Pertev ji Diyarbekirê ye, danîşmendê psîkologîk e û li ser zimanê kurdî lêkolîn û lêgerînên wî hene.