Di pirtûkê da hezkirina helbestvan bê çap û bê hidûd e, dilê wî ji bo vegera welêt lê dixe, lê rêya vegerê jê ra qedexe ye. Welat dagirkirî ye. Welêt da zulm û xezeba dagerkeran e. Welat bi hebs-zindan, qereqolên cendirmeyan pêçayî ye. Rêya welêt ber wî girtî ye. Çi jî hebe helbestvan xweș bîn e... Têkoșîna “șervanê azadyê” geș e... Dewya her tiștî heye... Dewya van zalim û ev zulma welatê wî da jî dibe wê hebe... Dibêje: “Ew rojê jî bê: Dayîka min a dilovan, Belkî ez û tu hevdu nebînin. Ger... hetanî şerê me serket, Ku me dijmin ji welat derxist, Serê berdevkên wan pelaxt. Û dema şervanên azadiyê vegeriyan ji xerîbîyê, Ji şax û latan, daketin kolan û sûkan, Tu jî li rêza şervanan bigere, Di wê roja şahî û bendewar da... ...Ger te ez nedîtim, Divê tu negirî û nelûrînî. Dilşah û bextewar bî. ...Bila ew çax dayîkên şehîdan, Laçikên reş ji serên xwe bavêjin, Şarên spî girêdin, Kincên rengîn li xwe kin. Ji bo ku welatê me azad bûye. Kedxwarî, belengazî û bêkesî ji nav me rabûye, û ji bo, wek welatekî azad û xwedî rûmet, Li nav rêza miletên dinê, me jî cîhê xwe girtî... Dr. Eskerê Boyîk