Gula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê Lerzê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin.
Ev romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştinû binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi Pallê jî, dibin mijara vê romanê.
Pîro xwendevanan vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, Lerzê ji nû ve binivîsin.