“Kaniyek di bin dargûzekê de der be, li serveyî wê jî erdekî rast hebe û cihê xaniyekî mezin tê de hebe. Hewşa wê jî wiha be ku tu hem bikarî bikî baxekî bixeml û hem jî bikî cihê gul û gulzar û darên fêkiyan. Wiha be ku min hewcehî bi vê hindê nebe heta yek heb jî alûçe, qeysî, sêv an jî her fêkiyeke din bînim malê.”
Behramê ji civaka durû bêzar bûyî dide dû xewna xwe û mala xwe dûr ji mirov û gundiyên xwe li cihekî veder ava dike. Lê ew biheşta ku ji bo jina xwe Eyşê û du zarokên xwe danabû bi tenê heşt mehan wî distrîne. Nîvê zivistanê bager û bapûkeke nedîtî radibe. Behram tevdîra her tiştekî kiriye, tiştek nebe: revdeya gurgan. Behram û Eyş dê şeveke sax hewl û cedelê bikin li dijî êrîşa revdegurgê.
Revdegurga ku cara pêşî sala 1983yan hatiye weşandin û sala 1990î bûye fîlm, alegoriyeke mînîmalîst e ku bi hemû sadetiya xwe nebaniya li civakê digire navenda xwe û di ser monologan re me nêzî têvelî û qerqeşûna ruhî dike. Romaneke kurt lê kûr ji Husên Arif, bi wergera Şehab Xalidî