Rê Bidin Min Dikşînim kesera welêt Rê bidin min behr, çîyano Mir’nê min ra nekin xelat Rê bidin min behr, çîyano Dixwazim ku herim wê der Hember dijmin ez bikim şer Li tev xuşk û biran tevger Bikim ez, behr çîyano Ew der warê bav kalan e Ê Zînê, Memê Alan e Warê deh hezar salan e Rê bidin min behr, çîyano Tên bîhra min kevir û dar Berfa sipî, cotên bihar Çem kanî û ew avên sar Rê bidin min behr, çîyano