Tiştên ku gelên bindest li ser pîyan dihêlin bêguman ronakbîr û kesên ku xwe girêdayîyê (pêbendî) gelê xwe dibînin. Lê gelên bindest yên bê ronakbîr wek “Girara bê rûn û bê tam in”! Gelên wiha di pêvajoya çerx û demê ra sist û pist û pişt ra bê hêvî, berbelav û wenda dibin. Jixwe tê zanîn ku “dewletên zordest” bi taybetî kesên ronakbîr, zana û hunermend ji xwe ra dikin armanc û dijmin, ku bikaribin hemû kesên zîrek û “bi xîret” bixin xizmeta sîyaset û propagandaya xwe. Dewlet vê sîyasetê bi taybetî bi rêya mamosteyan di dibistanên xwe da li dijî berjewendîyên gelên bindest dimeşînin (binêr helbesta –were mirin-). Armanca wan tê zanîn û her yek e: Dixwazin gelên bindest bê nasname, bê ziman, bê çand, bê dîrok û her wiha bê hêvî bihêlin.