logo

Sînem

Ürün Kodu: 9786058088283
YAYINEVİ: Dara Yayınları
₺120,00
Eşq di çola dil da demsaleke efsûnî ye. Ger pevgihîştin be waha ger firqet be kerbela ye. Xeyala yarê jî kevirekî pîrozê wê çolê ye ku li ku derê biçî secdeyê serê xwe bi hesretên hezar salan datînî ser. Feqî li pêlên ku ji dûr da direvîyan dihatin û serê xwe li kevir û zinarên peravê behrê dixistin nihêrî. Ma Sînem ewqas li wî hatibû xezebê? Ma çûyina wê bes nebû ku bi serda behr û bejahî dar û ber çol û çîya tev dabû agir. Wî qet hay ji hatina biharê nebû. Dinya wek daristaneke şewitî li ber çavên wî reş dikir. Di xewnên xwe da wek pezkovîyekî birîndar ê kal di nav arî xwelî û xubarê da bi çîyayekî agirîn ve hildikişîya û carcaran dizivirî û bi dengekî kelogirî dikir qêrîn:


Sîneeeem! Sîneeeem!

Son görüntülenen ürünler